Di êrîşên hewayî yên li Xezeyê de herî kêm 18 kesên din mirin

Karbidestên Parastina Sivîl a Xezeyê ragihandin ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser axa Fîlîstînê de herî kêm 18 kes mirin û gelek kesên din jî birîndar bûn.  Ji 7’ê Cotmehê û heta niha 41 hezar û 226 kes mirine.

Bijîşkek ji Nexweşxaneya El Awda ya ku cenaze lê hatin rakirin daxuyanî da nûçegihanê AFP’ê û diyar kir ku li kampa penaberan a Nuseyrat a li navenda Xezeyê li mala malbata Al Kassas hedef hatiye girtin û 12 kes mirin. Parastina Sivîl piştrast kir ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku di êrîşa hewayî ya li ser mala malbata Bassal a li taxa Zeytûn a li başûrê Xezeyê de 6 Filistînî mirin. Li gor daxuyaniya Parastina Sivîl, li Refahê li başûrê Xezeyê di êrîşa hewayî ya li ser mala malbata Ebû Şaar de 2 kes mirin. Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Hamasê ragihand ku ji destpêka şerê bi Îsraîlê re ku di meha 12’emîn de ye hejmara miriyên li ser axa Fîlîstînê derket 41 hezar û 226’an. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Xezeyê 95 hezar û 413 kes jî birîndar bûne.