KCÊ-E'yê banga tevlîbûna festîvala Frankfurtê kir

KCÊ-E’yê banga tevlîbûna li Festîvala Çanda Kurd kir ku wê 21’ê Îlonê li Frankfurtê were lidarxistin û got, "Beşdarbûna festîvalê erkeke welatparêziyê ye û divê her welatparêzek bi erkê xwe rabe."

Koordinasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Êzidiyên Ewropayê kir ku beşdarî 32’emîn Festîvala Çanda Kurd a ku wê 21’ê Îlonê li Frankfurtê were lidarxistin, kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Em weke Civaka Êzîdî bi armanc û xwesteka avakirina Êzdìxana Azad Şengala Xweser û Demokratîk li dijî dagirkerî, mêtingerî û qirkeriyê têkoşîna rûmet û xîretê didin meşandin. Di vê meşa bêhempa de ciyê huner û çandê jî xwedî asteke mezin û bijarteye. Dema çand û huner tê gotin; rêûresma me, dîroka me, zimanê me û rastiya bingeha van nirxan reseniya civaka Êzidî xwe dide der. Em 32 sal in li derveyî welêt/li Ewropayê ji bo ziman, huner û çanda me ji metirsiya Qirkirina Çandî (ku weke pençeyekê li ser neteweya me ye) rizgar bibin bi hemû pêkhateyên gelê Kurd festîvalan li dar dixin.

Îsal 32’emîn Festîvala Çanda Kurd di bin şert û mercên diyarker de tê pêşwazîkirin.

RÊXISTIN Û SAZIYÊN KURD LI BER XWE DIDIN
Civaka me ya Êzidî ya nirxdar û welatparêz. Dijmin bi her awayî li dijî mirovahiyê êrîşî gelê me, destkeftiyên me dike, rojane li Başûr, Bakur, Rojavayê Kurdistan mirinê dibarîne, qetlîam û fermanan pêk tîne. Li dijî vê hovîtiya qirker gelê me, civaka me; rêxistin û saziyên me jî di bin pêşengiya Tevgêra Azadiya Kurdistanê ya nûjen û demokratîk de li ber xwe didin û ji mirovahiyê re dibe mînak.

Divê em weke sazî, rêxistin û pêkhateyên civaka Kurdên Êzidî vê salê ji her salî zêdetir bi cil û bergên xwe, bi reng û dengê xwe tevlî vê festîvalê bibin û bi beşdareya xwe ji êrîşên fermanên 'nû’ re bibin bersiv.

Civaka me ya rûmetdar; ji bo yekîtî û serkeftinê, ji bo Êzdîxana Azad/Şengala Xweser a Demokratîk, ji bo dawî li fermanan were, ji bo yekîtiya netewî, ji bo Kurdistana Azad ger em ji şûnwarên xwe weke çem û rûbaran biherikin festîvala Frankfurtê û bi hev re deryaya azadiyê pêk bînin.

'JI BO AZADIYA RÊBER APO BEŞDARÎ FESTÎVALÊ BIBIN'

Ev helwest wê bibe silava herî watedar ji şehîd û nemir: Mam Zekî, Mam Beşîr, Zerdeşt Şengalî, Egîd Civiyan û bi sedan şopînerên wan. Ev beşdarbûn û tevlîbûna festîvalê wê rê li ber azadbûyîna pêşengê Modernîteya Demokratîk Rêber Apo veke.

Em weke sazî, rêxistin û pêkhateyên civaka Êzidî dubare dikin û bangewaziya tevlîbûna 32’emîn a Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd dikin. Divê bê zanîn beşdarbûna festîvalê erkeke welatparêziyê ye. Û divê her welatparêz ger bi erkê xwe rabe, tevlî bibe û tevlî bike. Beşdarî vê meşa hêvî û rûmetê bibe û beşdar bike! 

Divê di serî de jin û civanên Êzidî tevahiyên civaka me 21’ê Îlona 2024’an li Frankfurtê li qada festîvalê bin.”