Li Metînayê 15 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên ku vê siharê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metînayê pêk anîn de, 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

LI METÎNAYÊ ÇALAKÎ

Çavkaniyên HPG’ê diyar kirin ku di saetên vê siharê de bi rengekî bi bandor ji navbereke nêzîk li leşkerên Tirk ên dagirker ên li qada Kanî Botkê ya li herêma Golka ya Metînayê hate xistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Tê payîn ku navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di saetên pêşiya me de daxuyaniyê bide.