Li Kolnê mitînga piştevaniyê bi girtiyên Doza Kobanê re

Biryara qirkirina siyasî li Kolnê hat protestokirin. Girseyê ku li hev civiya got, “Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û hevalên xwe ji zindanan derxin.”

DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û Platforma Dengê Girtiyan (TSP) li dijî cezayên sedan salan ên faşîzma AKP-MHP’ê li siyasetmedaran biriye, li qada Mulheîm/Weînerplatzê mitîngek hat lidarxistin.

Di çalakiya ku tevlîbûna dehan kesan hat lidarxistin de wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de Hevseroka Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF) Îsmînaz Temel axaftinek kir û wiha got: “Biryara Doza Kûmpasê ya Kobanê, di serî de darbeya li dijî îradeya jinê ye. Desthilatdariya faşîst ku nekarî Şoreşa Jinê ya Rojava têk bibe, bi cezarkirina hevalên me xwest tola xwe hilîne. Di heman demê de bi vê biryarê xwest hevgirtina gelên Tirkiye û cîhanê ku ji bo paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê hate raber kirin, têk bibe. Em ê bi têkoşîna jin û gelan hevalên xwe ji zîndanan derxin.”

Di axaftina li ser navê TSP’ê de jî wiha hate gotin:

Em hevrêyên Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlûm Dogan û Hasan Ocakbaşî ne. Em bi berdêlên giran hatin vê rojê. Dîktatoriya faşîst a AKP’ê ji sala 2001’an ve bi hezaran gelê me li Kurdistanê dîl girt, li Rojava bi DAÎŞ’ê re qetil kir. Em hêzên emperyalîst ên navneteweyî û mêtînkariya Tirk a faşîst ku bi DAÎŞ’ê re hevkariyê dike, nas dikin. Yên ku gotin ‘Wê Kobanê bikeve’ têk çûn. Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku ji bo azadiya girtiyên xwe têbikoşin.”

NAMEYA FÎGEN YUKSEKDAG HATE XWENDIN

Di mitîngê de nameya Fîgen Yuksekdag jî hate xwendin.

Di nameya Fîgen Yuksekdag de ev peyam hat dayîn: Heta îro nekarîn têk bibin, çok bidin danîn. Nekarîn me ji rêya me ya ku berdelên giran tên dayîn, bikin. Wê ji niha pêde jî nikaribin. Hebûna me bi berxwedanê çêbû. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Silav û hezkirin.”

Di dawiya mitîngê de ev agahî hate dayîn, “Em ê bi wesîleya Hefteya 100’emîn a berxwedana Dayikên Şemiyê, 17-31’ê Gulanê Hefteya Windahiyên Binçavkirî ya Navneteweyî, 25’ê Gulanê li qadan bin.”