Xizmên girtiyan li qadan in: Tecrîdê bi dawî bikin!

Xizmên girtiyan li Wan, Edene û Mêrsînê bi çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin” domandin.

Çalakiya xizmên girtiyan a “Tecrîdê dawî bikin” a bi daxwaza tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, didome. Çalakvanên xwestine li Wan, Edene û Mêrsînê ber bi avahiyên AKP’ê ve bimeşin, bi hincetên qedexeyên walîtiyan ve hatin astengkirin. Xizmên girtiyan di çalakiyên xwe de xwestin tecrîd were bidawîkirin. 

WAN 

Li Wanê xizmên girtiyan ji bo çalakiya “Deng bide azadiyê” li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê Riya Armûşê” hatin cem hev. Çalakvanên xwestin ber bi avahiyê navçeyê yê AKP’ê ve bimeşin, ji hêla polîsan ve bi hinceta biryara Walîtiya Wanê ya “qedexeya çalakiyan a 4 rojan” hatin astengkirin. Bi ser vê yekê çalakvan di daxuyaniyê de gelek caran “Bê serok jiyan nabe”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin bezkirin. 

Serokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar di çalakiyê de daxuyanî da û tişt gotin: “Birêz Ocalan ev 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Hezaran hevalên me yên girtî ji bo ev tecrîd were rakirin di grevê de ne.  Li Kurdistanê tecrîdekî giran heye. Em bang li AKP’ê dikin: Vê tecrîdê rakin û bila birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdînê pêk bîne.” 

Cigirê Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Yakûp Almaç cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd hatine birîn şermezar kir û biryara desthilatê wek “Carekî din nîşan dan ku li cem DAÎŞ’ê ne” şîrove kir. Almaç axaftina xwe wiha domand: “Em vê yekê carekî din tînin ziman. Em ê tu caran rê nedin nijadperestiyê.” 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê, bi çepik û tililiyan dawî bû. 

EDENE

Çalakiya Edeneyê ya ku çalakvan dixwestin li pêşiya avahiyê AKP’ê li dar bixin, ji hêla polîsan ve hate astenkirin. Rêveberên Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Edene Akdenîzê (AYKAY-DER) tev li çalakiyê bûn. Polîsan li derdorên avahiyê AKP’ê ji 100 metre dûr ve tevdîrên ewlehiyê girtin û ji bo vê yekê jî hinceta biryara qedexeya walîtiyê ya çalakiyan nîşan dan. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr destnîşan kir ku dema tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rakirin dê pirsgirêk çareser bibin. Aydemîr da zanîn ku aştî dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan bibe.

Girse demekî çalakiya rûniştinê li dar xist. 

MÊRSÎN 

Li Mersînê çalakiya TÛAY-DER, DEM Partî û xizmên girtiyan, bi hinceta qedexeya çalakiyan a 4 rojan a Walîtiyê hate astengkirin. Çalakvan astengiyê bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, çepik û tililiyan protesto kir. 

Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca bertek nîşanî astengkirina polîsan da û anî ziman ku biryara qedexeyê bi talîmatekî siyasî hatiye girtin. Koca bang li polîsan kir ku ne bi talîmatan, bi qanûnan tevbigerin û ev tişt gotin: “Walîtî sûc dike. Em ji vir careke din tînin ziman ku sûcê Walîtiyê astengkirina heq û hiqûqê ye û dijminatiya vî gelî dike. Heye ku li vî welatî aştî tê pêkanîn, heya ku jiyanekî bi ser bingeha hemwelatiya hevpar tê avakirin, em ê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de li qad û kolanan bin.” 

Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepik û tililiyan dawî bû.