Li Marsîlyayê PDK hate protestokirin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi çalakiyekê PDK protesto kirin.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi çalakiyekê PDK protesto kirin.
Ciwanên ku li bajarê Marsîlya kom bûn lihevkirina di navbera dewleta Tirk û PDK’ê û dîsa hewldanên êrîşên li ser qadên gerîla protesto kirin.
Ciwanên di saetên şevê de kom bûn pankartên bi nivîsa ‘Bes e ji xiyanet re, birakujiyê neke PDK’ û ‘Lîbertê poûr Abdullah Ocalan’ vekirin û mîtîngek lidar xistin.
Ciwanan daxwaz kir ku tavilê divê PDK dev ji provakasyona berdin û rêz ji nirxên gelê Kurd re bigirin. Her wiha ciwanan daxwaz ji raya giştî ya Kurdistanê kir ku li dijî PDK’ê bibin xwedî helwestên zelal, wê ji her derê nirxên tevgera azadiya Kurd biparêzin.
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.