BI DÎMEN

Li Marsîlyayê Newroza fînalê. Em mizgîniyê silav dikin

Li Marsîlyayê pîrozbahiyên Newrozê yên pênc rojan bi beşdariya bi hezaran kesî bi dawî bû. Di pîrozbahiyan de mizgîniya Newrozê ya gerîla hate silavkirin.

LI MARSÎLYAYÊ NEWROZA FÎNALÊ

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê pîrozbahiya herî dawî ya pênc rojên Newrozê ji aliyê şaredariya Marsîlyayê ve hate birêxistinkirin û piştî konsera Elenora pêk hat. Roja dawî ya pîrozbahiyê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, TEV-ÇAND û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) be hate birêxistinkirin.

Girseya gel li qada Parc du Palaîs Longchampê li hev civiyan û ji bo silavkirina mizgîniya Newrozê heta qada Cannabîerreyê meşiya.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "SÎHA ket", "Agir girte erşê Romê" û "Em mizgîniyê silav dikin" hatin hildan.

Li qada pîrozbahiya Newrozê bi navê amadekaran axaftin hate kirin, gel hate silavkirin û Newroz hate pîrozkirin.

Piştre hunermend Dîlber Kobanê, Hezin Maşo, Mahsûn Sever, Evîndar Dost û Hozan Farûk hunera xwe pêşkêş kirin. Girseya gel li ber stranên hunermendan govend gerand.