Li Marsîlyayê Kurd û dostên wan li dijî 15’ê Sibatê daketin qadan

Kurdistaniyên li Marsîlyayê bi boneya salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara boykotê girtin û xwendekar neçûn dibîstanan; ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî daketin qadan

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinan ya Arîn Mîrkan, ji bo protestokirina salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî daketin qadan.

Girse li qada Canabîerre hatin ba hev û heta Nûnertiya Parlementoya Ewropayê meşiyan. Piştî meşê mîtîng hat li dar xistin.

Di meşê de pankartên bi zimanê Fransî ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û Komploya Navneteweyî prostesto dikin û flameyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di dema meşê de danezan hatin xwendin û belav kirin.

Dema ku girse gihişt ber Nûnertiya Parlementoya Ewropayê ya Marsîlyayê, ji bo protestokirina CPT’yê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştin û bêdengiyê kirin.

Mîtîng bi deqeyekî rêzgitinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dewam kir. Li ser navê NCDK'ê Mehmet Çapkin axivî û got, “Rêber Apo ne tenê xeta me ya sor e, jiyana me ye. Heta ku Rêber Apo azad bibe wê çalakiyên me bidome."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.