BI DÎMEN

Li Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl

Li Marsîlyayê endamên TCŞ’ê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin û peyama “Azadî ji Abdullah Ocalan re” dan.

ÇALAKIYA BÊÎTEATIYA SIVÎL

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gara trenê ya ST-Charles a Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin.

Ciwanan di hundirê garê de bê navber dirûşmeyên “Liberte Pour Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” berz kirin.

Piştî çalakiyê li ser navê TCŞ’ê Agir Serhed daxuyanî da û wiha got: “Weke ciwanên Apoyî, heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me mîsoger dibe, em ê her tim li qadan bin. Heta ku em dengê xwe bi hemû gelan û mirovahiyê didin bihîstin, em ê têbikoşin. Heta ku tecrîd û îzolasyona mutlaq a li ser Rêbertî bi dawî nebe û bi fîzîkî azad nebe, ev çalakî wê ti carî bi dawî nebin. Hêzên komploger wê ti carî negihijin armanca xwe.”