Li Marsîlyayê bi hezaran jin hatin cem hev

Bi wesîleya Roja Jinên Kedkar a Cihanê bi hezaran jin li Marsilyayê daketin qadan.

Bi hezaran jinên ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê a Arîn Mîrkan li bajarê Marsîlya ya Fransayê kom bûn, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cihanê bi kelecanek mezin pîroz kirin. Bi hezaran jinên ku di saet 14:00’de li meydana Vieux Port ê kom bûn, ber bi şaredariya Marsîlyayê ve meşiyan.

Di meşê de pankartên ku balê bikişîne li ser Rojava vekirin, posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hilgirtin yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin. Dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi Fransî û Kurdî hate berzkirin û danezan bi Fransi hatin xwendin. Çalakiya bi axaftina endama meclisa jinan a Arîn Mîrkan hatî destpêkirin bi girtina govendê bi dawî bû. Jinan piştre li meydana Vieux Portê  stant vekirin.