Li Marsîlya Newroz bi coş hat pîrozkirin
Bi hezaran kesên ku hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguhastin qada Newroza Marsîlyayê, daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah bênavber berz kirin.
Bi hezaran kesên ku hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguhastin qada Newroza Marsîlyayê, daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah bênavber berz kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li Qada Parc De La Rose bi hezaran kesan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK, wêneyê Mazlûm Dogan, Şehîdên Newrozê Sema, Ronahî, Zekiy û bi rengên zer, sor û kesk hat xemilandin.
Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Bernameya Newrozê bi axaftina Mûrat Ceylan berdewam kir. Ceylan, berxwedana gerîl silav kir û bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ceylan anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li hemberî berxwedana Kurdan bêçare ye û got: “Li her qada ku berxwedan lê didome, bi taybetî li Îmraliyê bi hemû hêza xwe êrîş dike. Dagirkerên ku li hemberî van êrîşan bêçare mane, polîtîkayên xwe yên tecrîd û qirkirinê kûrtir dikin.“
Piştre Hunermend Ferhat Tûnç derket ser dikê, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got ku dewletê gelê li Kurdistanê terkî qedera wan kiriye. Tûnç anî ziman ku ev Newroz wê bibe Newroza serkeftin û azadiyê.
Piştî axaftinan Xecê, Mehmet Cantepe, Renas Demhat û Kewê Zeraq derketin li ser dikê û stranên xwe gotin.
Bi hezaran kesan dirûşmeyên“Bijî Serok Apo” û “Qatîl Erdogan” berz kirin û li ber stranan govend gerandin.