BI DÎMEN

Li Mala Neteweyan ya Moskowayê Newroz hate pîrozkirin

Li Peytexta Rûsyaya Federal Moskowayê pîrozbahîya Newrozê hate lidarxistin.

Newroza Moskowayê

Di 22’yê Adarê de li salona Mala Neteweyan a Moskowayê bi beşdarîya dehan kesan Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Nûnerên gelên Kurd, Fars, Qazax, Qirgiz, Tacîk, Ozbêk, Tirkmen beşdarî pîrozbahiyê bûn. Performansên rengîn ên neteweyên cihê şanoyê xemilandin. Rêveberê Mala Neteweyan a Moskowayê Sergey Anûfrîenko axaftina bixêrhatinê kir û Newroza hemûyan pîroz kir. 

Her wiha nûnerên gelê Kurd jî di vê pîrozbahîyê de cih girtin. Guhara Hesenê di pîrozbahiyê de temsîliyeta gelê Kurd temsil kir û stranên Keça Kurdan û Newroz pêşkêşî temaşevanan kir. Piştî performansa xwe Guhara Hesen axivî û got: ‘’Em cejna Newrozê li her kesî pîroz dikin. Hêvî dikim ku ev cejna biharê bibe sembola yekîtî û xurtkirina biratiya gelan. Her wiha spasiyên xwe li organîzatorên vê şahîya rengîn û bi taybetî jî li Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî dikin ku bi vê şahiyê ji neteweyên cihê re bûn derfet ku li Rûsyayê çanda xwe bidin nasîn û belavkirin.’’