Li Londrayê dewleta Tirk hate protestokirin

Li Londrayê Kurdistanî û enternasyonalîstan dewleta Tirk a dagirker protesto kir.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser Rojava li her derê Ewropayê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin.

Li Londrayê bi pêşengiya enternasyonalîstan li dijî dagirkeriyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Daxuyanî li herêma Marble arch hate dayîn û welatiyên li derdor eleqeyek mezin nîşan dan.

Di çalakiyê de belavokên ku qala sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk dike hatin belavkirin.