Li Londra û Dûîsbûrgê name şandin ji NY’ê re

Kurdistanî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî bang li NY’ê dikin û hîn nameyan dişînin ji NY’ê re.

Li paytexta Birîtanya Londrayê û bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê Kurdistaniyan name şandin ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antoîno Guterres re.

LONDRA

Meclîsa Gelê Kurd a Birîtanyayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî nameyan dişîne ji NY’ê re ku li erka xwe xwedî derbikeve.

Meclîsa Gelê Kurd a Birîtanyayê di çarçoveya pênga “Dem dema azadiyê ye” de bi hezaran name şandin ji NY’ê re

Di çarçoveya kampanyaya nameyan de gel bi cilên ku wêneyên Rêber Apo li ser hatin ber avahiya Londra KCC’ê û ji wir ber bi Postaxaneya Harrîngeyê meşiyan û li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Birîtanya axivî û diyar kir “Ev 22 sal in Rêber Apo dibin tecrîdê de ye û êdî gelê Kurd û Rojhilata Navîn vê tecrîdê qebûl nake û nade qebûlkirin jî.”

Di dema şandina nameyan de rêzek dirêj çêbû û ji aliyên kesên li derdor ve çalakî rastî eleqeyek mezin hat.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji NY’ê re name hate şandin.

Kurdistaniyên li Dûîsbûrga Elmanyayê ji berî ku name bişînin ji NY’ê re, bi banga NCDK’ê li Konîg.str’ê çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de Hevserokê NCDK’ê ya Dûîsbûrgê Niyazî Oztaş axivî û diyar kir ku di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tişta bikeve li ser milê wan wê pêk bînin.

Piştî axaftinan gel dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Katîl Erdogan” û “Faşîst Tirkiye” berz kirin û bi wêneyên Abdullah Ocalan ber bi postaxaneyê ve ketin rê. Bi sedan kesên ku name şandîn bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” çalakiya xwe bi dawî kirin.