Li Londonê çalakiya ‘Ne erdhej, dewlet dikuje’ hat lidarxistin

Bi sedan kes li Londonê bi pêxistina mûman kesên ku di karesata erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê protesto kirin.

Bi sedan kes bi banga Yekîtîya Hêzên Demokratîk (DGB) a Brîtanyayê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê li Qada Trafalgar hatin ba hev.

Di çalakiya DBG’ê ku ji saziyên Kurd, Elewî, çep û şoreşger pêk tê, ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane du deqeyan rêz hat girtin. Ji ber ku desthilatdariya Erdogan mudaxeleyî erdhejê nekir û bû sedem ku bi sedan kes ji sarnma jiyana xwe ji bidin, ne deqeyek, du deqe rêz hat girtin.

Di çalakiyê de li derdora diwîzên ku navê bajarên erdhejê lê çêbûye hatibûn nivîsandin, mûm hatin pêxistin. Her wiha pankar û diwîzên “Fedî bike Erdogan, fedî bike AKP”, “Ne erdhej, dewleta têkçûyî dikuje”, “Ne erdhej, kapîtalîzm dikuje”, “Bombebarankirina Rojava rawestînin, bila alîkariya lezgîn were şandin” hatin hildan.

Li ser navê DGB’ê Oktay Şahbaz û Apo Toprak daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li gel karesatê jî Rojava bombebaran dike û sivîlan dike hedef û diyar kirin ku dem hatiye ku dawî li desthilatdariya Erdogan were.

Di daxuyaniya DGB’ê de wiha hate gotin: “Divê bitirsin! Pir bitirsin! Ji ber ku em malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, çîna karker, xwendekar û bi milyonan kes, vê yekê qebûl nekin. Em ê nehêlin ku ev yek careke din were serê me. Mîmarên vê karesatê hûn in; Ne Xwedê û ne jî qeder e. Dem hatiye ku dawî li karesat, wêranî û kabûsa ku 22 sal in didome, bê anîn. “

Şaredarê Hackneyê Philip Glanville jî beşdarî çalakiyê bû û axaftinek kir. Glanville bal kişand ser girîngiya piştevanî û têkoşînê. Ji Meclîsa Gel a Kurd Turkan Bûdak jî îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk erdhejê vediguhere karesateke mezintir û polîtîkaya koçberkirina Elewiyên Kurd dimeşîne û got, “Em ê piştevaniyê mezin bikin û axa xwe neterikînin.”

Çalakî û bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.