Îsal jin pêşengiyê ji Mîhrîcanê re dikin

35’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê lidarxistin. Îro 18 komên govendê li ser dikê ji sedî zêdetir govendên cuda gerandin. Endamên 8 koman bi temamî jin bûn.

MIHRÎCAN DEWAM DIKE

35’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê sibeha 18’ê Gulanê roja Şemiyê li bajarê Esslingen ê Elmanyayê bi meşa ku bûye kevneşopiyek destpê kiribû. Piştî meşê hemû govendger, mamoste û hezkiriyên govendên Kurdî derbasî Neckar Forumê bûn.

Li salona Neckar Forumê 1200 kursî hene. Saet di 14:00 de hemû kursî tije bûn û pêşbirkên Mîhrîcanê ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

18 kom yek bi yek derketin ser dikê û govendên Kurdî gerandin. Komên ku xebatên xwe pêşkêşî jurî û gel kirin ev in:

Koma Laliş, Govenda Şehîd Sîpan Amara, Govenda Aşê Îwe, Koma Hebûn, Koma Kaniya Spî, Govenda Nêrgîzên Çiya, Govenda Baran, Koma Şehîd Zulkuf, Koma Agirê Welat, Govenda Gelawej, Govenda Romanî, Govenda Baran II, Koma Azadî, Koma Şiyar Jin, Govenda Mezopotamya, Koma Dilçem, Govenda Esteriya, Koma Jiyan.

Hemû endamên Koma Laliş, Koma Jiyan, Govenda Esteriya, Koma Şiyar Jin, Koma Azadî, Govenda Gelawej, Koma Hebûn û Govenda Aşê Îwe jin bûn. Komên mayî jî hêjmara govendgerên jin hên pir bûn. Wek mînak 13 endamên koma Şehîd Sîpan Amara hene. Ji wan 10 jin in û 3 kes xort in.

Endamê Komîteya Amadekar Mustafa Şahîn li ser vê yekê ev agahî dan: "Demên berê keç û jinan şerm dikirin û tevlî koman nedibûn. Lê îro xort û mêr şerm dikin û tevlî koman nabin."

Nivîskar Firaz Baran jî mîhrîcan şopand li ser mijarê got, "Ev yek têkoşîna jinên Kurdistanê nîşan dide. Van salên dawî li nava civaka Kurdistanê jinên Kurd di qadên şer û siyasetê de û her wiha di nav saziyên sivîl û çalakiyên girseyî de peşengtiya têkoşîna neteweyî dikin. Îro me dît ku jinên Kurd di qada çand û hunerê jî peşengtî bi dest xistine. Ev keda şehîdan jî nîşan dide. Jinên Kurd li pey şopa nemir Sakîne Cansiz û Arîn Mîrkanan dimeşin û nirxên welatê me diparêzin."

Di nav koman de gelek resmên balkêş jî derketin pêş. Wek mînak Govenda Mezopotamya li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê tevlî Mîhrîcanê bû û doh derket ser dikê. Komê ji herêma Gimgimê dîlanên bi navê Memyanê, Yawşirme, Zipkiro, Sivikî, Giranî, Serdesta û Yar Kuşte pêşkêş kir. Mamosteya komê Gulê Êlihî ye. Mamoste Gulê bi kurê xwe Dîwan tevlî Mîhrîcanê bû û kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

"Di sala 1997’an de min dest bi govendê kiribû. Ez tevlî Kampa Govendê bûm û çar sal min perwerde dîtin. Ez fêrî dîlanên herêmên Gimgim, Amed, Wan, Riha, Colemêrg, Bedlîs, Agirî û Koçgîriyê bûm. Piştre ez zewicîm û kurê min Dîwan ji dayîk bû. Niha 16 salî ye û bû endamê koma me. Pir girînge ku malbat û zarok xwedî li çanda xwe derbikevin. Eger mirovek di nava çanda xwe de nebe koka xwe ji binî ve winda dike. Dê û bavê me fêrî me kirine. Niha dora me ye."