Li Ewropayê lehî rabû
Li rojavayê Ewropayê barana zêde êvara Înê û sibeha Şemiyê bandoreke giran li gelek welatan kir. Li Elmanya, Fransa, Belçîka û Hollandayê lehî rabû.
Li rojavayê Ewropayê barana zêde êvara Înê û sibeha Şemiyê bandoreke giran li gelek welatan kir. Li Elmanya, Fransa, Belçîka û Hollandayê lehî rabû.
Li rojavayê Elmanyayê ji ber barana zêde ya În û Şemiyê lehî rabû.
ELMANYA
Serokwezîr Olaf Scholz roja Şemiyê serdana herêma Saarlandê ya li ser sînorê Fransa û Luksembûrgê kir ku lehiyê gelekî bandor lê kir. Scholz got, "Li vê derê mirov dikare bibîne ku xweza dikare bibîne ku li hemberû bûyerên bi vî rengî yên xwezayê divê em xwe çawa amade bikin."
Daîreya Parastina Sivîl a Elman bang li gelê Saarlandê kir ku piştî hilweşîna bendek li bajarokê Quierschiedê bi baldarî tevbigerin. Li gorî medya Elman ev bûyer bû sedem ku santraleke elektrîkê ya li herêmê bê girtin.
Xizmetên meteorolojiyê ji bo Saarland, Baden-Wurttemberg, Rheiland-Pfalz, Hessen û Westfalya Ren a Bakur hişyariya lehiyeke 'mezin' da.
FRANSA
Meurhte-et-Moselle roja Şemiyê piştî nîvro ji aliyê Meteo-France ve li hemberî karesata lehiyê derbasî alarma sor hate kirin.
Bi taybetî piştî ku baskekî çemê Moselle fûriya, hin ji şêniyên herêmê ji neçarî hatin veguhestin. Rêya A4 a navbera Parîs û Strasbourgê jî di nav de gelek rê li trafîkê hatin girtin.
BELÇÎKA
Rayedarên xwecihî yên li Belçîkayê ragihandin ku şeva Înê li eyaleta Liegeyê ya li bakurrojhilatê welêt 550 bangên alîkariyê hatine kirin û 150 arkuj hatine seferberkirin. Hate ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiye.
HOLLANDA
Li Hollandayê jî hin çem fûriyan. Li eyaleta Limburgê du kamp ji ber rîska lehiyê hatin valakirin.