BI DÎMEN

Doza Kûmpasê ya Kobanê li Hannover, Hambûrg û Viyanayê hate şermezarkirin

Biryarên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatine dayîn, li bajarên Hambûrg û Hannover ên Elmanyayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê hate protestokirin.

LI EWROPAYÊ DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ HATE PROTESTOKIRIN

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakvan bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û NAV-DEM Hannover’ê hatin ba hev û Doza Kûmpasê ya Kobanê protesto kirin.

Çalakî li ber Gara Trenê ya Navendî ya Hannoverê hate lidarxistin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku biryarên di dozê de hatine dayîn, nayên qebûlkirin. Hat diyarkirin ku hewl tê dayîn tarîtiya DAÎŞ’ê bê parastin.

Axatvanan diyar kirin ku yên ev biryar dane, dijberên demokrasiyê ne û wiha gotin: “Em ê li dijî tecrîdê azadî û aştiyê biparêzin.”

Piştî axaftinan girseyê dest bi meşê kir û piştre bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê jî li dijî doza kûmpasê ya Kobanê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvan li Sternschanze hatin ba hev û bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Berxwedana Kobanê” berz kirin.

Di mîtîngê de Selma Irmak û Nîhat Akdogan axivîn û li ser navê ATÎF, AGÎF û Young Struggle jî axaftin hatin kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, çalakvan li ber Parlamentoya Awûstûryayê hatin ba hev û Doza Kûmpasê ya Kobanê protesto kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Viyanayê Nurcan Guleryuz, li ser navê ADHG’ê Erdal Yoldaş û li ser navê Civaka Azad Ahmet Zîrek axivîn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku bi dozê xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê hilînin.

Girse piştre heta ber Avahiya Operayê bi berzkirina dirûşmeyan meşiya.