Li London û Berlînê Newroz hate pîrozkirin

Li her deverên Ewropayê bi awayekî girseyî her çendî Newroz nehate pîrozkirin, lê dîsa li gelek deveran Newroz hate pîrozkirin.

LONDON

Li ser banga KCDK-E li Londonê bi sirûda ‘Her der Newroz’ li gelek mal, kolan û baxçeyan Newroz hate pîrozkirin. Di serî de li London, Exeter, Lîverpool, Hull, Galer, Edîngoûrg, Brîghtong, Maanchester li hemû bajarên Brîtanyayê bi sirûda ‘Li Her Derê Newroz’ Newroz hate pîrozkirin.  Bi taybet li Londonê li gelek şaneşînên malan, kolanan û baxçeyên malan Newroz bi rêbazên cihê hatin pîrozkirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Komeleya Kurd a Berlînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û sirûda Netewî hate xwendin. Li ser navê TJK-E Zozan Serhet axivî û got: “Li kû dibe, çawa dibe bila bibe bi darikê kibrîtê jî be wê Newroz bê pîrozkirin. Newrozê di serî de li şehîd, Rêber Apo û hemû gelên xwe yên berxwedêr pîroz dikim.”