Li Berlinê salvegera PYD'ê hat pîrozkirin

Li Berlinê bi çalakiyekê 21’emîn Salvegera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat pîrozkirin.

Li paytexta Elmanya Berlinê bi çalakiyekê 21’emîn Salvegera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hat pîrozkirin. Çalakî bi bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir.

 Rêbeverê PYD’ê yê Berlinê Adnan Ose axivî û got: "Em îro salvegera partiya xwe ya ku bi gelek berdêlan heta îro hatiye pîroz dikin. Şerê ku li Rojhilata Navîn didome rê li ber guherînên nû vedike, loma divê wek Kurd em jî xweparastina xwe pêş bixin. Divê em xwedî li partî û saziyên xwe derkevin û bi hişmendiyeke neteweyî erka xwe bi cih bînin. Wek Kurdên li Ewropayê dijîn, divê em bi xwedîlêderketina berxwedana jinan a Rojavayê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin."

Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut jî beşdarî çalakiyê bû û bi silavdayîna berxwedana jinan a Rojavayê dest bi axaftina xwe kir: "PYD ji avabûna xwe heta roja îro ji gelek pêvajoyên dijwar derbas bû. Di encama vê pêvajoya dijwar de jî jiyaneke demokratîk, li ser esasê azadiya jinê û ekolojiyê hat avakirin. Avakerê paradîgmaya demokratîk, li ser esasê azadiya jinê û ekolojiyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan ev 26 sal e di bin tecrîdê de ye û ev 44 çar meh in jî ti agahî yê nayê standin. Û ev rewş li ba Kurdan bûye sedema metirsiyeke mezin. Loma divê em hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqêrin û di vê çarçoveyê de divê em hemû bi rihê seferberiyê beşdarî meşa ku dê 16'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin bibin."

Çalakî bi guhdarkirina stranên Zînê û Mem Botanî, Dilo Dogan, Dimaz, Hasan Masa û gerandina govendê bi dawî bû.