Li Krasniî Kût Newroz bi konserekê hate pîrozkirin

Kurdên li Rûsyayê li bajarê Krasniî Kût bi konserekî Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Krasniî Kût ê herêma Saratov a Rûsyayê, Kurd tevî dostên xwe li Mala Çandê li hev kom bûn û bi konserekê Newroz pîroz ikrin.

Nûnerên gelên Rûs, Kazax, Ermen û gelên din ên li herêmê, her wiha komên wan ên muzîk û folklorê tevlî pîrozbahiyê bûn. Alîkarên şaredariya Krasniî Kût û nûnerên saziyên rêveberiya herêmê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Serokê Otonomiya Çandî ay Neteweyî ya Kurd a li navçeya Krasnokûtê Bûdakov Ramazan û endama Komîteya Jinê Fatma Kadîrova axivîn.

Qisekeran Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê û gelan hemûyan pîrozk kirin û diyar kirin ku Newroza 2023'an wê bibe Newroza azadiyê.

Di pîrozbahiyê de Koma Kurdistan, Mesût Med, Azîza Aliyeva û koma govendê ya Zîlan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Konser heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.