BI DÎMEN

Li Kopenhagê Newroz hat pîrozkirin

Li Kopenhagê bi tevlêbûna hezaran Kurdistanî û dostên wan Newroz hat pîrozkirin.

Li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê bi tevlêbûna bi hezaran Kurdistanî û dostên wan Newroz hat pîrozkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, malbatên şehîdan derketin ser dikê û gel silav kirin. Li ser navê malbatan Hanîfe Efrînî axivî û diyar kir ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd mirov di rewşa seferberiyê de bin.

Piştre Hozan Mahsûm Derîk, Hozan Fîgen, Cîhan Çelîk, Xecê, Sînan Ayaz û Hozan Kawa derketin li ser dikê û stran gotin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.