BI DÎMEN

Li Kopenhagê hevdîtina gel: Ji bo aştiyê divê her kes bixebite

Li Kopenhagê bi tevlîbûna siyasetmedar Îdrîs Balûken hevdîtina gel hat lidarxistin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka û Meclîsa Jinê ya Sêvê di çaroveya geşedanên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn hevdîtina gel hat lidarxistin. Rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar û bi sedan Kurdistanî tevlî hevdîtinê bûn.

Di hevdîtina gel de siyasetmedar Îdrîsa Balûken axivî. Balûken anî ziman ku Rêber Apo rêberekî ku dikare stratejiyeke ku wê li ser maseyê bi ser bikeve bi serkeftî pêk bîne û di vê wateyê de ewlehiya gelê xwe gelekî girîng diparêze.

Balûken diyar kir ku ew di serdemek gîrîng re derbas dibin û got: “Ji her demê bêhtir pêdivî bi piştevaniya bi Tevgera Azadiya Kurd, siyaseta Kurd û Rêber Apo heye. Di pêvajoyek bi vî rengî tije rîsk û berpirsyarî de, pêwîste her kes bi awayek aktîf cih bigre û ji bo aştiyê bi hemû hêza xwe bixebite.”