Li Kopenhag û Vasterasê pîrozbahiyên Newrozê
Li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê û bajarê Vasterås a Swêdê Newroz hate pîrozkirin.
Li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê û bajarê Vasterås a Swêdê Newroz hate pîrozkirin.
Kurdistaniyan li Kopenhag a ku paytexta Danîmarkayê ye, li ber Navenda Çanda Kurd agirê Newrozê pêxistin û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de banga tevlîbûna ji bo Newroza sibe kirin û li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
VASTERAS
Li bajarê Vasterås a Swêdê jî Newroz hate pîrozkirin. Kurdistaniyên li ber Navenda Çanda Kurd hatin gel hev, bi konvoya wesayîtan ên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hilgirtin, çûn qada ku agirê Newrozê lê hatî pêxistin.
Kurdistaniyên ku tora nava bajêr gihiştîn cihê pîrozbahiyê, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ketin qada ku agirê Newrozê lê hatî pêxistin.