Li Kolnê name ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kolnê name ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdê daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya gelê Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya bingehîn a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Hevserokan diyar kirin ku ew dixwazin heta 21'ê Adarê 5 hezar îmzeyan kom bikin û bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji bo vê yekê mohra xwe lê bidin.