Li Kolnê faşîstan êrîşî konê alîkariyê kir

Li Kolnê komek faşîst êrîşî konê piştevaniyê yê ku ji bo mexdûrên erdhejê hatibû danîn, kir.

Federasyona Karkerên Koçber ên Ewropayê (AGÎF) û Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON) bi boneya piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bi dirûşmeya “Ne erdhej, lê rant dikuje“ li bajarê Koln ê Elmanyayê konê alîkariyê danîn. Komeke faşîstên sivîl êrîşê konê alîkariyê kir.

Faşîstên ku pêşî bi devkî êrîş birin ser kesên di konê alîkariyê de ne û gefa “Hûn nikarin li Keûpstrasse kon danin” dan. Faşîstan piştre êrîş birin ser şoreşgerên li konê alîkariyê de ne.

Koma faşîst piştî bertekên gel, belav bûn. Konê piştevaniyê li gel êrîşê jî, bi tevlêbûneke xurt dewam kir.