Li Kolnê di 2’ê Nîsanê de ji bo CanTV’yê şeva hevgirtinê tê organîze kirin

FEDA di 2’ê Nîsanê de li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo CanTV’yê şeva piştevaniyê organîze dike. Gelek hunermend dê ji bo CanTV’yê derkevin ser dikê.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) di 2’ê Nîsanê de li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo CanTV’yê şeva hevgirtinê lidar dixe. Şev wê di 2’ê Nîsanê de li Vitalistrasse 308, 50829’ê saet 13.00’an dest pê bike.

Di şeva hevgirtinê de wê Alî Dogan Gonûltaş, Kemal Dînç, Cemo Dogan, Ayfer Dûzdaş û Zeynep Enhas derkevin ser dikê.

Parlamenterê HDP'ê Mahmut Tugrul, Serokê AABK'ê yê Wekhev Huseyîn Mat, Parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca, Hevseroka FEDA'yê Hurî Kabayel û Hevseroka MARDEF'ê Fîdan Yildirim jî wê weke qiseker beşdarî şevê bibin.

Çalakî wê bi vekirina Pîr Cemal Canan û Dayê Dîdar û pêşkêşkirina Hulusî Şîmşek û Zeynep Enhas pêk were.