Li Kolnê dewleta Tirk hate protestokirin

Kurdistanî li bajarê Koln a Elmanyayê bi mitînga ku li ber Severînstorbûrgê lidar xistîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşê dewleta Tirk ên li ser HDP’ê protesto kirin.

Mitînga seat 17:00’an destpê kirî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê ve hate organîzekirin.

Di axaftinên hatîn kirin de li ser raya giştî ya Elman agahî hatin dayîn. Di axaftinan de nûçeyên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketîn anîn ziman û diyar kirin ku Erdogan diktatoreke ku dixwaze HDP a ku dijberî wî ye bide girtin.

Di mitîngê de teqez kirin ku li girtîgehên Tirkiyê îzolasyon û zext bûne hertimî û weke sîstematîk lê hatiye û di derbarê Hevserokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan ê ku îro hatî destgîrkirin de jî agahî hatin dayîn. Nêzî 100 kes tevlî mitînga ku nêzî seatek dom kirî bûn.