Li Kaselê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin
Kurdistaniyên li Kaselê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û piştgirî dan berxwedêrên di grevê de ne.
Kurdistaniyên li Kaselê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û piştgirî dan berxwedêrên di grevê de ne.
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi çalakiyekê xwedî li berxwedana girtiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtgehan ketine grevê derketin û tecrîd protesto kirin.
Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer jî tevlî çalakiya ku li Konîgplatzê hate lidarxistin bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku bi ti awayî ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, qebûl nakin.
Hate gotin ku ji bo bidawîbûna polîtîkayên înkar-îmha û dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê heta 11’ê Sibatê her roj saet di navbera 14:00-17:00’an de konê agahdarkirinê bê danîn.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.