Li kampa Lavrîo şewat derket

Li Lavrîoyê li kampa ku penaberên Kurd lê dijî şewat derket. Penaber bi birînên sivik ji şewatê rizgar bûn, beşek a avahiya kampê bêkêr bû.

Îro piştî seatên nîvro li kampa penaberên Kurd lê dijî ya ku li Lavrîoya Yewnanistanê şewat derket.

Li avahiya du blok a ku nêzî 450 penaber lê dimîne şewat derket, penaberên li bloka din ji bo tehliyekirinê bi hewara penaberên din çûn. Tîmên agirkûj ên hatîn cihê bûyerê jî mûdaxeleyî şewatê kirin.

Hinek kes ji dumanê bandor bûn, komîsyona tendirûstiyê ya penaberên kampê di nava xwe de pêk aniyî jî mûdaxeleyî birîndaran kir.

Hîn sedemê derketina agir ne hatiye zanîn, tê texmîn kirin ku ji ber elektirîkê derketiye.

Bi mûdaxeleya tîmên agirkuj û penaberan agir hate vemirandin, 3 odeyên kampê bûn xwelî û bloka ku şewat lê derketî bêkêr bû.

Di encama şewatê de tiştên nêzî 30 penaberan şewitî.

Meclîsa rêvebir a kampê ku ji penaberan bi xwe avakirî, banga piştevaniyê li hemû sazî û komên demokratîk kir ku vê ziyanê derbas bikin.