Li bajarê Den Haag ê Hollandayê pîrozbahiya Newrozê ya dîrokî hat lidarxistin. Nêzî 7 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Rîjswîjkê bûn.
Girseya ku di çalakiya Newrozê ya ku Kurdistanî û dostên wan amade bûn hatin cem hev, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin û pişt re bi stranên hunermendan şahiyek bi coş pêk anîn.
Siyasetmedar Kemal Aktaş ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku divê ev Newroz li Kurdistan û Ewropayê ji bilî cejnekê weke vîna siyasî bê qebûlkirin û israrkirina dewleta Tirk a di şer de wê bibe sedem ku pirsgirêk hîn mezintir bibe. Aktaş diyar kir ku çareserî bi dîyaloga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkan e û tecrît sûcê mirovahiyê ye.
Di pîrozbahiya Newrozê de ku piştî demeke dirêj li Hollandayê cara yekemîn e tevlîbûneke bi vî rengî ya mezin pêk hat, girseya gel bi stranên hunermendan re berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê silav kir.
Di çalakiyê de girse bi piranî ji jinên ku cil û bergên Kurdistanê li xwe kiribûn pêk dihat û govend hat gerandin.