Li 4 navendan qeyûm protesto kirin-NÛ BÛ II

AKP/MHP ya ku 5 şaredariyên HDP’ê xesp kirî, li bajarên Hîldesheîm, Hambûrg, Hannover ên Elmanya yê û Den Haag a Hollanda û Zurîh a Swîsreyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Şaredariyên Sêrt, Îdir, Hewêl, Kurtalan û Altinova yên ji aliyê AKP/MHP’ê ve hatîn xespkirin, bi çalakiyekê li ber Tren Garin a Hîldesheîmê hate protestokirin.

Di çalakiya bi pankarta bi nivîsa, “Êdî bese, mafê xwe yê bihgehîn em bihevre biparêzîn” hatî vekirin û flamayên HDP’ê hatî hilgirtin de, endamê YJK-E yê Hakîme Yusuf axivî û wiha got; “Hikumeta AKP/MHP’ê ya faşîst gelê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê hedef girtiye. Gelê Kurd elbet li hemû cihan bêdeng namîne. Em ê xwedî li îradeya xwe derbikevîn û em ê xwedî li kesên ku temsîla gelê Kurd dikin derbikevîn.”

Di çalakiyê de diruşmeyên, “Destê bê dirêjkirina HDP’ê bila bişkê” û “Her cih qayum, her cih berxwedan” berz kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê xespkirina şaredariyan hate protestokirin. Çalakiya ku li Monckebergê hate kirin, Kurdistanî û dostên wan tevlî bû. Nûnerê NAV-DEM Yavûz Fersoglû axivî û diyar kir ku bi xespkirinê wê nikaribin vîna gelê Kurd teslîm bigirin. 

Li ser navê enternasyonalîstên Elmanya Sofla Lûxembûrg jî axivî û polîtîkayên qeyûman rexne kir, diyar kir ku wê tim li gel têkoşîna gelê Kurd cih bigirin. 

Ji nûnerên KNK'ê Serhat Çetînkaya jî destnîşan kir ku hişmendiya dewleta Tirk ji vîrûsa koronayê hê zêdetir xetertire.

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna ji bo çalakiya ku wê roja Sêşemê li pêşiya sefaretxaneya Tirk bê kirin, bibin bi dawî bû.

HANNOVER

Li pêşiya HBF a Hannover a Elmanyayê jî desteserkirina şaredariyan hate protestokirin. Hevserokê FED-MED’ê Atlûn Bîschof axivî û got: “Bi vê bêhiqûqiyê dîsa rastiya kevneşopiya dewleta Tirk derket holê. Gelê wê li dijî zilmê çawa duh li ber xwe da wê îro jî li ber xwe bide.”

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Holanda yê xespkirina şaredariyan hate protestokirin.

Çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jin a Ronahî ya li ber Konsolosluga Tirk hatî kirin, banga hestiyariyê ya ji bo destgîrkirina HDP’yî yên hatî hilbijartin kirin. Xespkirina şaredariyan jî hate prostestokirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jî xespkirina şaredariyan hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Şehîd Armanc a Zurîh ve pêk hat. Di axaftinên hatin kirin de desteserkirina şaredariyan hate şermezarkirin.