Li Heîlbronneyê bi çalakiyekê piştgirî dan koçberan
Bi armanca piştevanîkirina bi hezaran koçberên li kampa Morîa ya li girava Mîdîllî ya Yewnanistan a 9’ê Îlonê lê şewat derket û mexdûr bûn, li bajarê Heîlbronn ê Elmanya çalakiyek hate kirin.
Bi armanca piştevanîkirina bi hezaran koçberên li kampa Morîa ya li girava Mîdîllî ya Yewnanistan a 9’ê Îlonê lê şewat derket û mexdûr bûn, li bajarê Heîlbronn ê Elmanya çalakiyek hate kirin.
Ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û Tevgera Jinên Kurd çalakî hate kirin û rêxistinên jinên Elman jî destek dan çalakiyê.
Di axaftinên hatin kirin de bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn ên bi pêşengtiya Erdogan tên birêvebirin.
Di axaftinan de hate gotin ku ev şer bi rêveberiya faşîst Erdogan ve tê birêvebirin. Lê destekdarên wan Ewropî ne. Hate gotin ku di van şeran de bi sed hezaran kes mirin, bi milyoan ji cih û warên xwe bûn.