Li Hannoverê PKK silav kirin û xwedî li Şengalê derketin

Kurdên li Hannoverê damezirandina PKK’ê pîroz kir, peymana ku Şengalê dike hedef jî protesto kirin.

Li pêşiya stasyona trenê ya li Hannoverê bi armanca piştevaniya bi Şengalê re çalakiyek hate lidarxistin û salvegera PKK’ê hate pîrozkirin.

Girseya ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev kom bûn, berî çalakiyê deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê de peymana hikûmeta Iraq û Hewlêr a li ser Şengalê jî protesto û salvegera PKK’ê pîroz kirin.