Li Hannoverê êrîşa nîjadperestan a li Elmanyayê protesto kirin

Ji aliyê Kurdan û ciwanên enternasyonalîst ve kesên li Elmanyayê di êrîşa nîjad perest û faşîtan de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.

Bi çalakiyê êrîş û cînayetên li Elmanyayê ji aliyê Neo Nazîler û faşîstên Tirkan ve li dijî penaberan hatî pêkanîn, li Hannoverê hate şermezarkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Antîfa, YDG û ciwanên enternasyonalît ku li ber Dêra Lûther hatin gel hev, kesên di êrîşa nîjad pertestên faşîst de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn, peyama têkoşîna bi hev re ya li dijî faşîzmê dan.

Di çalakiyê de, wêneyên kesên li Hanaû yê hatîn qetilkirin, ciwanê Êzîdî Arkan Husseîn Khalaf ê ku 7’ê Nîsanê li Celleyê ji aliyê faşîstek Elman be bi kêrê hatî qetilkirin, ciwanê ji Mêrdînê Îbrahîm Demîr yê ku 16’ê Gulanê ji aliyê faşîstê Tirk Aşir Atalay ve bi lêdanê hatî kuştin û Helîm Denera ku ji di 30’ê Hezîrana 1994’an ve ji aliyê polîsên Elman ve hatî qetilkirin, rakirin.

Ciwanên serhev diruşmeyên bi Kurdî û Elmanî têkoşîna li dijî faşîzmê berz kirîn, dan diyarkirin ku wê li dijî nijadperestî û faşîzmê wê bi hev re di nava têkoşînê de bin.