Li Hannoverê 'Mihrîcana folklora Kurdî'

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê 32’emîn Mihrîcana Pêşbirka Folklora Kurdî, bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Mihrîcana ku wê di 8-9’ê Hezîranê de pêk bê, ligel Elmanyayê, wê ji Fransa û Swîsreyê 26 komên folklorê tevlî bibin. Şahiyê bi meşa bi cil û bergên Kurdî, bi kevneşopiyên Kurdî dest pê kir. Seranserê bajêr bi rengên Kurdî hat xemilandin û geş bû.

Komên folklorê piştî meşê, derbasî Navenda Çanda Pavîlîon bûn û li vê derê rêza koman hat bijartin. Roja yekemîn, wê koma Koma Cangorî û Koma Mam Zekî ya Zarokan û komên muzîkê Seyma Serhat û Dîlana Roj Arya derkevin ser dikê, hunerên xwe pêşkêş bikin.

Şahiya bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kirî, li ser navê TEV-ÇAND’ê Bulent Tûran û Xezal Aktaş axivîn û bal kişandin ser dewlemendiya çand û folklora Kurdî.

Piştî wê, kom derketin pêşberî juriyê û 10 saetan performansa xwe pêşkêş kirin. Koma xortan Dîlana Roj Arya a ji Parîsê tevlî bûyî bi lîstikên herêma Amedê bû yekem û koma jinan Dîlana Roj Arya jî bû duyemîn. Koma ji bajarê Salzgiter ê Elmanyayê beşdarî pêşbirkê bûyî jî bû sêyemîn.
Di Mihrîcanê de kedkarên çapemeniyê jî ji ber keda wan a du rojan hatin xelatkirin û plaket dan  ANF, Yenî Ozgur Polîtîka, Çira TV, Stêrk TV, Jin TV’yê jî.

Şahî bi derketina ser dikê ya hunermendan, piştî du rojan bi dawî bû.