Li Hannover û Nurnbergê pîrozbahiyên Newrozê
Li bajarên Hannover û Nunberg ên Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarên Hannover û Nunberg ên Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin.
Li Hannoverê saet di 13:00’an li ber HBF’ê, bi hezaran kesî dest bi meşa Newrozê kirin.
Gelê ku pankarta “Bi ruhê Garê ber bi Rêber Apo” hilgirtin, li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Gelê ku piştî meşê çûyîn qada mitîngê, polîsên bi hinceta berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” êrîşî gel kir.
Kurdistaniyan jî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bersiv dan helwesta polîsan.
Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşa polîsan Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin, pîrozbahiya xwe bi mitîngê berdewam kirin.
Bi navê komîteya Amadekar û FED-DEM’ê Latîf Karataş, Hakîme Yûsûf, li ser navê NAV-DEM’ê Tahir Koçer, ji Dîe Lînkeyê Cansû Ozdemir, ji NAV-YEK’ê Şêx Lokman û ji TCŞ’ê axaftinek hate kirin.
Di axaftinan de cejna azadî û berxwedanê ya gelê Kurd Newroz hate pîrozkirin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang hate kirin.
Di pîrozbahiyê de Alî Jiyan, Narîn, Çiwan Çewlîk, Dîlan, Koma Rêwî, Şaban Kazan û koma wê çûn li ser dikê.
Pîrozbahî bi girtina dîlanê bi dawî bû.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi hezaran kes, bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” dest bi meşê kirin û Newroz pîroz kirin.
Di meşa ku ji Aûfsesseplatzê destpê kirî de, pankartên bi nivîsên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û “Newroz pîroz be”, alên YPG/YPJ, wêneyên Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Zîlan hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de li ser hev dirûşmeyên “Bê Serok jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li qada Fest Plarrer hatî kirin bûn. Di çalakiyê de piştî ku deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên şoreşê hat girtin, agirê Newrozê hate pêxistin û li ser navê malbatên şehîdan Naîme Hasan axivî.
Hasan bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da, greva birçîbûnê ya girtiyan û berxwedana Garê silav kir û got, “Hevalên me agirê Newrozê geş kir. Newroz berxwedan e, li dijî zilmê serhildan e. Newrozê ruhek ê berxwedanê afirandiye, pêwîst e di vê Newrozê de berxwedan hîn bê bilindkirin.”
Piştre li ser navê Mala Gel a Medya û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk daxuyanî hatin dayîn û bertek nîşanî êrîşên qirkirinê yên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dan.
Çalakî piştî axaftinan bi girtina dîlanê bi dawî bû.