Li Hannover û Bremenê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomin

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarên Hannover û Beremen ên Elmanyayê didome.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Hannover a Elmanyayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî didome, îro ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê ve hate dewrgirtin.

Çalakiya di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hatî dayîn, ji roja Duşemê heta niha didome. Tevahiya hefteyê meclisa jinan û aktîvîstên TCŞ’ê çalakî bi rêve bir. Çalakî wê bi mitînga ku dawiya hefteyê bê lidar xistin bi dawî bibe.

BREMEN

Li bajarê Bremen a Elmanyayê jî ji bo balê bikişîn li ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon didome.

Çalakî îro Kurdistaniyên ji Oldenbûrg û Kîelê hatîn dewrgirtin.

Di tevahiya çalakiya ku belavok hatî xwedin de, nirxandinên derbarê paradîgma û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn.