Li Hambûrgê operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin

Li Hambûrga Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li Hambûrgê çalakiya ji aliyê Yekitiya Hêzên Demokratîk ve hatî lidarxistin, li Sternschanzeyê hate kirin.

Di çalakiya gelek kes tevlîbûyîn de, nûnerê Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Hambûrgê Serhat Çetînkaya axivî. Çetînkaya diyar kir ku roj roja xwedî derketina li HDP’ê ye û got bi qirkirinên siyasî HDP nayê tinekirin.

Çetînkaya bal kişand ku HDP bûye kabûsê desthilata faşîst ji ber vê çendê mexdûrî van rêbazan mane û got: “Me çong nedanî û em qet çong nadanîn.”

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên, “Na ji bo qirkirinên siyasî” û “Em rê nadin faşîzm û dagirkeriyê” vekirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.