Li Hambûrgê bi çalakiyeke bisiklêtan tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bi çalakiyek a bisiklêtan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Li Hambûrgê bi çalakiyek a bisiklêtan ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de hatî lidarxistin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û azadiya wî hate xwestin.

Nêzî 50 kest tevlî çalakiya ji aliyê yekbûyiyên NCDK a Hambûrgê ve hatî organîzekirin, bûn. Ciwan bi giranî tevlî çalakiya ku seat 15:00’an li ber HBF Hambûrgê destpêkirî bûn.

Çalakger bi berzkirina dirûşmeyan li gelek semtên bajêr geriyan û ji aliyê kesên derdor ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Di mitînga li semta Alton hatî lidarxistin de axaftvanan diyar kirin ku serkeftina Garê banga li ciwanan bû ku ciwan rabin ser lingan û pêşengiya têkoşînê bikin.