Li Goteborg û Orebroyê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Goteborg û Orebro yên Swêdê agirê Newrozê hate dadan û bi coşeke mezin Newroz hate pîrozkirin.

Ev çend roj in Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê Newrozê pîroz dikin. Duh jî li bajarê Goteborgê agirê Newrozê hate pêxistin û Newroz hate pîrozkirin. 

Duh saet di 15.00’an de li navenda bajarê Goteborgê, bi rêzgirtina bi qasî deqîqeyê pîrozbahî hate destpêkirin. Pîrozbahî diyarî cangoriyên şoreşa jinan a ji bo Jîna Emînî hate kirin.

Di pîrozbahiyê de ligel cihê agirvêxistinê, wêneyên cangoriyên serhildana ji bo jina Kurd Jîna Emînî jî li qadê hate danîn. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşmeyên Jin, jiyan û azadî hatin berzkirin. Ev çend sal in pîrozbahî ji aliyê ABF Goteborg, Komeleya Çand û Hunerî ya Mezopotamyayê tê kirin. Pîrozbahî heta saet 20.00’an domiya.

Di 19’ê Adarê de jî li bajarê Orebroyê û li Goteborgê jî Newroz hatibûn pîrozirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokên Meclîsa Gel Semîra Tûran û Alî Kazan jî axivîn û diyar kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de kesên divê deng bidin, biçin dengê xwe bidin û di heman demê de ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê jî her kes bi ruhekî berpirsyarî tevbigere û em li gelê xwe xwedî derkevin. 

Pîrozbahiyên li bajarên Orebro û Goteborgê heta derengiya şevê bi stran û govendê domiya.