Li Girê FM roja 9’emîn a êrîşa kîmyewî

Artêşa Tirk di navbera 30’ê Gulan û 7’ê Hezîranê de tenê bi giştî 71 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û teqemeniyên qedexekirî, êrîşî tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM kir.

ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ YÊN ARTÊŞA TIRK

Artêşa Tirk bi piştgiriya NATO û PDK’ê êrîşên qirkirinê yên li ser Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Van êrîşên 3 sal û 4 meh li pey xwe hiştin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî di vê pêvajoyê de berxwedaneke dîrokî raber dikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze gerîla tasfiye bike, li qadên dagirkirî herêma tampon çêbike, ber bi Mûsil-Kerkûk ve biçe ku di nava sînorên Mîsak-i Mîllî de ye, bi vê yekê re hîn zêdetir zext û kontrolê li ser Bexda pêk bîne. Ji bo vê yekê êrîşên xwe yên giran û hovane yên dîrokê, pêk tîne. Gerîla jî li hemberî vê yekê berxwedaneke dîrokî raber dike. 4 sal in ev berxwedan dewam dike û bi taybetî jî 3 sal in bi tîmên nîv bi tevger ên li araziya li ser esasê berxwedana tunelan şerê li Zap, Metîna û Avaşînê dewam dike. Artêşa NATO’yê tê rawestandin û li dijî gazên kîmyewî yên bi jehr ên di dîrokê de herî giran, teqemeniyên qedexekirî, bombebaranên teknîka ji hewayî û bejahî berxwedan tê raberkirin. Gerîla hem li dijî van êrîşên qirkirinê li ber xwe dide, hem jî jiyanê rêxistin dike û bi çalakiyên xwe bersiv dide.

MÎNAKA QADA BERXWEDANÊ YA GIRÊ FM

Li Girê Şehîd Mûnzûr a li Qada Berxwedanê ya Girê FM a girêdayî Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, gazên kîmyewî yên bi jehr, bombeyên taktîk nukleer, tank û top, dronên bombebarkirî û balafirên şer ev tam 3 sal û 4 meh in nasekinin. Gerîla jî bi tîmên li ser esasê tunelên şer û araziyê, benda berxwedanê ava kir. Li tunelên şer hîna mêr û jinên ciwan ên Kurdistanê şerekî îradeyê dimeşînin. Gerîla bi ruhê fedayî yê Apoyî xwe tejî kiriye, perwerde kiriye û jinûve afirandiye. Gerîla bi zanista îdeolojîk û bi tecrube xwe di hunera şer de kûr kiriye û pêş xistiye, li ser vê bingehê mînaka berxwedanê nîşan dide.

Artêşa Tirk di navbera 30’ê Gulanê û 7’ê Hezîranê de bi awayekî pir zêde bi gazên kîmyewî yên bi jehr, teqemeniyên qedexekirî ji bejahî û hewayî şev û roj bombe dibarîne û êrîş dike. Bi giştî di 9 rojan de 71 caran gazên bi kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bikaranîn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi rojane ev yek bi raya giştî re parve kir:

* 30, 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 21 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombebarankirin.

* 2 û 3’yê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 27 caran bi gazên kîmyewî hatin bombebarankirin.

* 4 û 5’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 13 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombebarankirin.

* 6’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombebarankirin.

* 7’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombebarankirin.