Li Gîessenê şeva piştgiriya bi Rojava re

Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi Rojava re şevek pêk hat.

Ji Gîessen û derdora wê zêdeyî 500 Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî çalakiya li Hessenhalleyê bûn. Di şevê de koma muzîkê ya Şîlî Contravîento derkete ser dikê û bal kişand ser çalakiyên 'Las tesîs' ku li Şîlî dewam dikin. Piştre Hozan Dîndar û Koma Delal Amed derketin ser dikê.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got, "Divê em li dijî vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin."

Koç her wiha ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina destketiyên Kurdan êrişî Rojava dike, komkujiyan dike û banga pêkanîna yekîtiya neteweyî li partiyên Kurdan kir.

Nûnerê Komîteya Piştgiriya bi Rojava re jî li qadê axivî û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir.

Piştre Koma Hezex, Elî Gawan, Hozan Zekî derketin ser dikê, sînevîzyon hate nîşandan û koma govendê jî derket ser dikê.

Tevî ku her sal şevên bi vî rengî pêk tên polîsên Gîessenê yekemcar beriya şevê ketin hundirê salonê û bi hinceta 'qedexe ye' dest li posterên Ocalan werdan.