Li Giessenê panel: Ji bo pêngava azadiyê pêwistî bi hewlên mezintir heye

Siyasetmedar Dîlek Ocalan di panela ku li Giessenê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ji bo pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" divê her kes bêhtir têkeve nava hewldanan.

Li bajarê Giessen ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi beşdariya siyasetmedar Dîlek Ocalan û gelek Kurdistaniyan panel hat lidarxistin.

Panel bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Di panelê de siyasetmedar Dîlek Ocalan axivî û diyar kir ku Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, negihiştiye armanca xwe. Dîlek Ocalan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo bêdengkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşî gerîla bike kete nava hewldanan.

Dîlek Ocalan bi bîr xist ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ketiye sala xwe ya duyemîn û divê her kes di vê pêvajoyê de bêhtir têkeve nava hewldanan.

Di panelê de banga tevlîbûna meşa 16'ê Mijdarê wê li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin. Panel bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.,