Li gelek welatan avabûna PKK’ê hate pîrozkirin

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê û li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin.

BERN

Pîrozbahî li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hate lidarxistin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana û alayên PKK’ê li eywana pîrozbahiyê hate daliqandin.

Di çalakiyê de çalakgera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Dîlan Zaza axivî û got ku, “PKK bi paradîgmaya Abdullah Ocalan hebûna xwe xurt kiriye û bûye tevgereke gelan. Em ê xeta berxwedanê ya şehîdên xwe bidomînin, xwedî li felsefeya Rêbertiya xwe derkevin û têkoşînê bigihînin serfiraziyê.”

Li bajarê Gavle, Sandvîken û Soderhamn ê Swêdê jî bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê bi wesayîtan tûr hate avêtin.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî avabûna PKK’ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku PKK bi Rêbertiya Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn li dijî tarîtiyê bi ruhê azadiya şoreşgerî Kurd di serî de ji bo gelan bûye hêvî.”