Li gel protokolê jî Elmanyayê malavayiya Rêveberiya Xweser nekir

Ji DAÎŞ'iyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radest kir, tenê yek ji wan di dema ketina Elmanyayê de hate destgîrkirin. Li gel protokola ji bo wergirtina DAÎŞ'iyan hate îmzekirin jî rayedarên Elman navê rêveberiya xweser bilêv nekirin.

Têkildarî rewşa nediyar a çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên welatiyên Elman, ku ji aliyê hêzên YPG û QSD'ê ve di operasyonên dijî DAÎŞ'ê de bi saxî hatin girtin, gava destpêkê ya şênber 20'ê Kanûnê hate avêtin. Heyetek ji Elmanya û Fînlandiyayê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê serdana Rêveberiya Meclîsa Xweser a Sûriyeya Demokratîk kir û mohra xwe danî binê protokoleke hevpar.

Di çarçoveya protokolê de, ji kampên Roj û Holê 3 jin û 12 zarok radestî Elmanyayê, 2 jin û 6 zarok jî radestî Fînlandiyayê hatin kirin. DAÎŞ'î di ser Başûrê Kurdistanê re derbasî Elmanya û Fînlandiyayê hatin kirin. Ji wan DAÎŞ'iyan tenê jinek li balafirgeha Frankfûrtê hate destgîrkirin.

Li gorî nûçeya servîsa Elmanî ya ANF'ê jina bi navê Lonora Messîng, ji ber doza bi sûcdariya alîkarî da kuştina jinek û du zarokên Êzidî hate girtin.

Her wiha du DAÎŞ'iyên bi navê Merve Aydin û Yasemîn A. jî piştî ku îfadeya wan hate girtin hatin berdan. Li gorî agahiyan, lêpirsîna têkildarî her du jinan dewam dike. Zarokên hatine anîn jî radestî rayedarên Daîreya Ciwanan hatin kirin.

MAAS NAVÊ RÊVEBERIYA XWESER BILÊV NEKIR

Wezîrê Karên Derve Heîko Maas dema ku li ser mijarê daxuyanî da, balkêş bû ku navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bilêv nekir.

Maas diyar kir ku DAÎŞ'î di encama kar û amadekariyeke berfireh de hatin anîn û got, "Li bakurê Sûriyeyê ji xwe rewşeke tevlîhev heye. Rewş ji ber vîrûsa koronayê jî bêhtir zehmet bû. Kesên ku li wir me têkilî pê re danîn bi têra xwe pirsgirêkên xwe hene. Ji ber vê yekê ez spasiya çavkaniyên li herêmê û dostên xwe yên Fînlandî dikim ku bûn navbeynkar."

Wezareta Karên Derve ya Elman jî bi heman rengî daxuyanî da û têkildarî anîna DAÎŞ'iyan, bêyî bilêvkirina navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev agahî da, "Operasyon bi piştgiriya hêzên xwecihî pêk hat."

Daxuyaniyên hikumeta Elman bi vî rengî bû. Lê eşkere bû ku ji bo wergirtina DAÎŞ'iyan, Alîkarê Serkonsolosê Elmanyayê yê li Hewlêrê Sven Kraûspe bi Rêveberiya Xweser re mohra xwe danîn binê protokolê.

BI ELMANYAYÊ RE MIJARA DARIZANDINA DAÎŞ'IYAN HATE NIRXANDIN

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê, protokola navborî roja Pêncşemê li Qamişloyê li avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate îmzekirin.

Tevî Kraûspe di heyetê de her wiha Midûrê Karên Koçê ya Elmanyayê û Serokê Beşa Alîkariyê ya Konsolosxaneyên Derve ya Elmanyayê, Nûnerê Taybet ê Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê ji bo Neteweyên Yekbûyî Jûssî Tanner û Alîkarê Konsolosxaneya Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê Ante Bonkonen hebûn.

Li gorî agahiyan di hevdîtina her du heyetan de êrişên dewleta Tirk, rewşa dawî ya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kongreya dawî ya MSD'ê, pêwîstiya tevlîbûna Rêveberiya Xweser li Cenevreyê û Komîteya Destûra Bingehîn hate nirxandin.

Têkildarî hevdîtinan Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Danya Remedan û Endamê Buroya Karên Derve Îbrahîm Selac ev agahî dan: "Tevî rewşa mirovî ya li herêmê me kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk jî nirxand. Girtina stasyona Elokê bi destê dewleta Tirk ku av li ser zêdeyî milyonek mirovî hatiye birîn û mijara darizandina çeteyên DAÎŞ'ê hatin nirxandin."

Midûrê Karên Koçê ya Elmanyayê piştî hevdîtinê ji ANHA'yê re wiha axivî: "Ji bo pêwîstiyên mirovî em bi Rêveberiya Xweser re rûniştin. Li ser alîkariya Elmanyayê ya ji bo mijarên mirovî em axivîn. Piştevaniya herî mezin alîkariya rêxistinên mirovî yên di asta navneteweyî de ye."

WELATIYÊN ELMAN ÊN DI DESTÊ QSD'Ê DE NE

Di nava welatên Ewropayê de Elmanya ew welat e ku herî zêde welatiyên xwe di nava DAÎŞ'ê de hene. Li gorî daneyên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, zêdeyî 1.050 kes ji bo tevlî DAÎŞ'ê bibin ji Elmanyayê bi rê ketin. Lê belê tê texmînkirin ku ev hejmar gelekî zêdetir e. Yek ji sê parên çeteyên DAÎŞ'ê yên Elman vegeriyan Elmanyayê. Hate tespîtkirin ku herî kêm 220 kes jî li Iraq û Sûriyeyê hatin kuştin.

Piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Elman di destê YPG û QSD'ê de ne. Hate ragihandin ku herî kêm 90 ji mêrên Elman ên çeteyên DAÎŞ'ê sûcên şer kirine. Rêveberiya Berlînê demeke dirêj rewşa Elmanên bi saxî di operasyonên dijî çeteyên DAÎŞ'ê de hatin girtin ji nedîtî ve hat. Di Sibata 2019'an de Serokê DYE'yê Donald Trûmp tevî ku navê Elmanyayê jî bilêv kir û got, "Welatiyên xwe bibin û darizîne" Elmanya bi xemsarî nêzî welatiyên xwe bû yên li nava DAÎŞ'ê sûcên li dijî mirovahiyê kirin.

Li ser vê yekê xizmên çeteyan serî li dadgehê li Elmanyayê dan û xwestin zarokên wan bên anîn. Hikumeta Elman a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel jî li ber anîna DAÎŞ'iyan rabûbû.

BI SALAN XWE JI TÊKILIYA BI RÊVEBERIYA XWESER RE VEGIRTIBÛN

Li gorî qanûnên navneteweyî Elmanya dikare serdana welatiyên xwe yên li girtîgeha welatekî cuda bike, bi wan re eleqedar bibe û bersivê bide pêwîstiyên wan ên hiqûqî. Welatiyên Elman ên çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji 'piştgiriya konsolos'ê sûd wergirtin, lê belê rêveberiya Berlînê ji bo têkiliyeke fermî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re danîne, nehişt ku welatiyê Elman ên çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG/QSD'ê de ji vî mafî sûdê werbigire.

Zêdeyî 2800 DAÎŞ'î di operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê de li bakurê Sûriyeyê hatibûn girtin. Zêdeyî 800 ji wan ji 46 welatên biyanî ne. Heta niha tevî Fransa, Danîmarka, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê gelek welatan welatiyên xwe yên ji aliyê YPG'ê ve bi saxî hatin girtin ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestibûn.