Li Gavelê starta kampanyaya boykotkirina malên Tirkiyeyê hate kir
Komîteya Rojava ya li bajarê Gavel a Swêdê hatibû avakirin ji bo boykotkirina turîzim û malên Tirkî xebatên plansaziya beriya betlaneya Noelê ragihand.
Komîteya Rojava ya li bajarê Gavel a Swêdê hatibû avakirin ji bo boykotkirina turîzim û malên Tirkî xebatên plansaziya beriya betlaneya Noelê ragihand.
Berdevka Komîteya Rojava ya Gavle Malîn Akerlûnd li ser hesabê xwe yê civakî, li ser starta çalakiyên boykotkirina malên Tirkî ku wê 23’ê Kanûnê destpê bike agahî da.
Têkildarî kampanyayê agahî ji bo hemû partiye siyasî û saziyên çapemeniyê hatiye şandin. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê sûcên şer û sûcên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin bê tehşîrkirin û bang li welatiyên Swêdê hatiyekirin ku turûzim û berhemên Tirkiyeyê boykot bikin.
Hate diyarkirin ku wê Kurd û dostên wan 23-30’ê Kanûnê li pêşiya navendên mezin ên kirîn û firotinê kom bibin û ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê wê pankart û belavok belav bikin.
Her wiha wê 9’ê Çileyê filme ‘Sara’ roja din jî ‘Resistance is life’ û ‘Girls of the sun’ bê nişandan.
Di daxuyaniyê de hişyariya ku; ‘Li Rojava her roj qirkirin û revandin didome. Gelek zarok dibin qurbana şer. Goz û mehûjên ku hûn digirin ji bo qirkirinê ye.’