Li Fransayê polîs û çalakger bi hev ketin: Bi sedan kes birîndar bûn

Li herêma Deûx-Sevres a Fransayê bi deh hezaran kes li dijî rezervûara avê hatin ba hev û bi polîsan re pevçûnên tûnd qewimîn. Bi sedan kes birîndar bûn ku rewşa du ji wan giran e.

Bi deh hezaran kesên ku ji her aliyê Fransayê û welatên derdor hatine, ber bi tejaneya Saînte-Solîne ya li herêma Deûx-Sevresê ve meşiyan. Çalakvanan hewl dan ku xwe bigihijînin girê tejaneya Saînte-Solîne ku bi 16 hektar mezin e û 720.000 m3 xwedî kapasîteya avê ye.

Ev nêzî 3 meh in bang ji bo vê çalakiyê dihate kirin. Li gorî organîzator 30 hezar kes kom bûne. Çalakvan ji bo bikaranîna çandiniyê li ber avakirina rezervûarên avê radibin. Çalakvan diyar dikin ku cîhazên di bin erdê de ji bo pompekirina avê dixebitin, şêwazek ê xespkirina avê ye. Kolektîfên komeleyan jî bi mehane li ber avakirina van tejaneyan radibin. Proje ji sala 2018’an û vir ve bi pêşengiya 450 koperatîfên çandiniyê û bi pişgiriya dewletê jî tê meşandin.

Di çalakiyê de ku roja Şemiyê hat lidarxistin, hêzên ewlehiyê mudaxele kirin û bi hezaran bombeyên gazê bi kar anîn. Helîkopter li ser qadê firiyan.

Nêzî 3200 endamên hêzên ewlehiyê li dijî çalakvanan ketin nav tevgerê. Ji çalakvanan herî kêm 200 kes birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku 40 ji van rewşa wan giran e û yek jî birine beşa lezgîn. Wezareta Karên Hundir jî ragihand ku 24 cendirme birîndar bûne.

Serokwezîr Elîsabeth Borne bi daxuyaniyekê piştgirî da polîsan û nerazîbûn nîşanî “axaftinên radîkal” ku çalakvanan teşvîk dike, da.

Lîderê muxalefetê Jean-Lûc Melenchon jî di hesaba xwe ya Twîtterê da ev nerazîbûn nîşan da, “Li Saînt Solîneyê bes e ji şîdeta polîsan re” û got: “Ger polîsan êrîş nekiriba, wê tenê meş bihata kirin.”

Erîc Cîottî yê komarger jî çalakvan weke “terorîst” sûcdar kir.