PSG’ê di maça fînalê de Inter Milan 5-0 têk bir û bû şampiyonê Lîga Şampiyonan. Şeva Şemiyê li dora stadyuma Parc des Princes û Cadeya Şanzelize di navbera alîgirên Parîsî û hêzên ewlekariyê de pevçûnên tund qewimîn. Li bajarên din ên Fransayê jî bûyerên heman qewimîn.
Rayedaran ragihandin ku 491 li Parîsê herî kêm 559 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji vane 294 kes ji bo lêpirsînkirinê binçavkirî ne.
Rayedaran ragihandin ku di tevahiya şevê de bi giştî 692 şewat derketin, ji vane 264 şewata wesayîtan bû.
Di dema pevçûn û bûyeran de 22 polîs û 7 agirkuj birîndar bûn. Bi giştî 192 kes birîndar bûn.
Li herêma 15’emîn a Parîsê di dema pîrozbahiyên piştî fînala Lîga Şampiyonan de wesayîtekê li jinekê xist û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Dax ê herêma Landes jî bûyer veguherîn trajediyê. Li gorî agahiya çavkaniyeke polîsan, ciwanek 17 salî di şereke li kolanê derketî de bi kêrê jiyana xwe ji dest da.