Li Fransayê bi milyonan kes daketin qadan

Li Fransayê di roja greva neteweyî ya nehemîn de ku roja Pêncşemê li dijî reforma teqawîtiyê pêk hat, li gorî sendîkayan 3.5 milyon kes daketin qadan.

Li tevahiya welêt li zêdeyî 300 bajar û navçeyan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li gorî sendîkaya CGT 3.5 milyon kes tevlî çalakiyan bûn. Li gorî Wezareta Karên Hundir jî 1.08 milyon kes tevlî çalakiyan bûn.

Ji meha Çileyê û vir ve cara 9'emîn e ku di asta neteweyî de grev tê kirin. Li gelek sektoran bi rojan e grev dewam dike.

Hikumet ji bo temenê teqawîtiyê ji 62 salî bike 64 salî, ji bo dengdan li Meclîsê neyê kirin xala 49.3 a Destûra Bingehîn bi kar anî bû.

Çalakiya herî mezin a şermezarkirinê li paytext Parîsê pêk hat. Li gorî CGT'ê 800 hezar kes tevlî meşa li Parîsê bûn.

Beriya destpêkirina meşa li Parîsê di navbera çalakgeran û polîsan de şer qewimî. Camên restorantên McDonald's û Bûrger Kîng hatin şikandin.

Koma radîkal Black Blok jî tevlî çalakiyê bû û demekê li hemberî polîsan şer kir. Li gelek deveran agir hate dadan.

Li bajarên Roûen, Nantes, Lorîent, Rennes, Bordeaûx, Lyon û Toûloûseyê şer qewimî.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku di dema xwepêşandanên roja Pêncşemê de 457 kes hatin destgîrkirin.

Li gel vê yekê grev û çalakiyên blokajê jî belav dibin. Ciwanan li zanîngehan çalakiyên blokajê kirin û tevlî tevgera li dijî reforma teqawîtiyê bûn. Bi tevlîbûna ciwanan re tê gotin ku çalakî dibe radîkal bibin.

Di serî de ragihandina rêyên hesinî, metro, otobus, sektora gazê, bendergeh, stasyonên sotemeniyê, balafirgeh û sektora bermehiyan, li tevahiya welêt li gelek sektoran çalakiyên blokajê û grev hatin kirin. Di asta ji sedî 15 de li sotemeniyê kêmasiyan rû dan.

Midûriyeta Giştî ya Hewakariya Sivîl jî ji şîrketên rêyên hewayî xwest ku roja Înê ji sedî 20 heta 30 ê seferên balafiran betal bikin.

Sendîkayan ji bo 28'ê Adarê careke din banga çalakiyên di asta neteweyî de kirin.